DYE’yê ji Îranê re pêşniyar kir ku qasî 20 salan bernameya dewlemendkirina ûranyûmê rawestîne.
Li gorî çapemeniya Emerîka, ev pêşniyar weke yek ji şertên esas a peymaneke ji bo bidawîkirina şer, hate rojevê.
PÊŞNIYARA ÎRANÊ: 5 SAL
Îranê jî li dijî vê yekê pêşniyar kir ku tenê ji bo 5 salan fealiyetên nukleer rawestîne.
Ev cudahiya dem, weke yek ji sernavên herî girîng a lihevnekirinê derdikeve pêş.
Tê diyarkirin ku pêşniyara DYE’yê sivikkirina pêkanînan jî digire nava xwe.
HEVDÎTIN BÊENCAM MAN
Encameke şênber ji hevdîtinên dawî yên li Pakistanê, derneket. Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance piştî muzakereyan ragihand ku wan “xetên sor ên zelal” pêşkêş kirine, lê li hev nekirine.
Aliyê Îran jî îdîa dike ku bernameya nukleer bi armanca parastina sivîlan e û diyar dike ku ew dest ji mafê xwe yê dewlemendkirina uranyumê bernade.
JI RÛSYAYÊ PÊŞNIYAREK BALKÊŞ
Rûsyayê ragihand ku di çarçoveya peymaneke gengaz de ew amade ne ku ûranyûma Îranê ya hatiye dewlemendkirin li ser xaka xwe depo bikin.
Ev pêşniyar weke gaveke xurtkirina baweriyê ya navbera aliyan, tê nirxandin.